27 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
BITLÎS
Li Adilcewaza navçeya Bidlîsê hostayê gopalan Cumalî Bîrol gopalekî ku bi têlên zîv, zimrûd, yaqût û sedefê ve xemilandî çêkir. Bihayê gopalê 25 hezar dolar e û benda firotinê ye.
Bîrol ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku wî 6 meh berê dest bi çêkirina vî gopalî kiriye û wiha axivî: "Min ji dara guzê ya 5 sedsalan û qiloçê gamêşan ve çêkir. Min 9 û nîv mêtro têla zîv bi kevirên zimrûd, yaqût û sedefê ve gopal xemiland. Em gopeleke wiha di 6 mehan de çêdikin. Bi temamî bi keda destan tê çêkirin. Di meha hezîranê de em ê li fuara Dubaiyê de nîşan bidin. Em niha benda firotinê ne."
Bîrol got ku mehên pêş me ew ê gopalekî din çêbike û wiha dewam kir: "Ji bo ku ez li Tirkiyeyê balê bikşînim hunerên destan û vê pîşeyê ji windabûnê xilas bikim dixebitim. Ev gopal jî eleqeyeke mezin dibîne. Li herêmê ji ber ku 9 mehê bûyer hene zehmetî tê kişandin. Lê ez bawer dikim ku ev pirsgirêk wê ji holê rabin. Heke bûyer bi dawî bibin gelek turîst wê bên gola Wanê û herêma Rojhilatê Anadoluyê. Helbet bi hatina turîstan ve karê me jî wê baş bibe."