BITLÎS
Şaredariya Bidlîsê bi kurdî, tirkî û îngilizî tabelayên "Hûn bi xêr hatin Bidlîsê" daliqand ser û binê bajêr.
Wekîla Şaredar Nevîn Daşdemîr Dagkiran û xebatkarên şaredariyê yên bi wê re tabelayên "Hûn bi xêr hatin Bidlîsê" li cihên ku sînorên bajêr ên rêbeja Bidlîs-Diyarbekirê û Bidlîs-Mûşê diyar dikin, hatin daliqandin.
Dagkiranê daxuyaniyek da û wiha axivî: "Me xwest ku welatiyên me yên ku tên bajarê xwe bi ziman û çanda xwe bên pêşwazîkirin û welatî kêfxweş bibin. Me ji bo ku em kêfxwaşiya ku ev yek dibe sedem hîs bikin, tabela amade kir. Em di heman demê de girîngiyê didin vê hestê."