Gundê Nursê ya li ser Hîzana Bidlîsê ji ber ku gundê Bedîuzeman Seîdê Nursî ye, bi salane her tim tê ziyaretkirin. Ji bo ku gund di turîzma baweriyê de zêdetir bi nav û deng be xebat tên kirin.
Ji bo ku li gundê Nursê turîzm pêşve here Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê, Qaymeqamtiya Hîzanê û Îdareya Taybet a Bajêr a Bidlîsê xebatek dan destpêkirin. Bi navê "Nûkirina Mala Ustad Bedîuzeman Seîdê Nursî û Nûkirina Der û Dora Malê" projeyek hat amadekirin û xebat tên kirin.
Qaymeqamê Hîzanê Sedat Încî ji rojnamevanan re got ku dema xebat qediyan kesên ku tên gund wê bikaribin birehetî ziyareta xwe bikin.
Încî got ku her sal qasî 80 hezar turîstên herêmî û biyanî tên ziyaretê û wiha dewam kir: "Armanca me ew e ku ev turîst birehetî gund bigerin û ji hêla manewî ve îbadetên xwe bikin. Gundê Nursê ne bi tenê ji bo me, ji bo hemû herêmê girîng e. Bi van xebatan ve Bidlîs û bajarên li der û dor wê ji hêla turîzmê ve pêş bikeve."
- Ziyaretvanê bikaribin li gund bimînin
"Mizgefta dîrokî ya 400 salî ya ku birayê Bedîuzeman li wir meletî kiriye û wî jî dersa xwe ya ewil li wir girtiye hê tê parastin. Gundê Nursê ya ku gora dê, bav û birayên wî lê ye ji hêla ziyaretvanan ve eleqeyeke mezin dibîne. Ji bo ku ziyaretvan di vê atmosfera manewî de zêdetir bimînin wê bikaribin li wir bisekinin û wek mêvan bên mazuwankirin."