Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Bajêr bi 83 hunermandan ve li cihên dîrokî û xwezayî 7 klîbên stranan da kişandin. Bajarê Wanê wê bi van stran û klîban ve bê nasandin.
Kişandina klîban par dest pê kir û niha hema hema wê biqede. Ev klîp wê wek album bên amadekirin û pişt re wê bên firotin.
Hunermanda Radyoya Enqereyê ya TRTyê Emel Taşçioglu, Sazbendê Radyoya Stenbolê yê TRTyê Îlhan Mendeş û bi giştî 83 hunermendên deng û sazê wê stranan dibêjin. Di nav stranan de "Ay Dîlberê", "Lorîna Elî Paşa", "Ez ber bi Wanê ve Diçim" û yên din hene.
Midûrê Turîzm û Çandê yê Bajêr Muzaffer Aktug daxuyand ku armanca wan ew e ku ew Wanê bi vanstranan ve bidin nasîn û wiha axivî:
"Wan cihekî dîrokî ye. Ji bilî vê Wan xwedî xwezayeke sirûştî ye û ev jî bajêr dixe xwedî cihekî taybet. Ji bervan sedeman em bi Hîndekarê Serokê Komeleya Huner û Çandê ya Civakê ya Wanê M. Murat Oto û mamosteyê muzîkê Cahît Engîn re hatin bal hev ku projeyê bidin destpêkirin. Ji hunermendên profesyonel bigrin, yên herêmî, yên amator bigrin heta mamosteyên muzîkê 83 hunermend û sazbend beşdarî vê projeyê bûn. Me par di cotmehê de dest pê kiribû û niha hema hema qediya."
"Ev xebata ku gelek kes ked didê wê niha û pêşerojê de gelek feydeyan bîne. Bajarê Wanê wê bi vê xebatê ve di rojeva neteweyî de bê axaftin û îroya bajêr wê bê belgekirin. Yên ku piştgirî dane me û di hemû gavan de alîkariya me kirine re ez spas dikim."