AGRI
Li Agiriyê birayên ku du zanîngeh qedandine ji bo debara malbata xwe şivantiyê dikin.
Birayên Bariş (30) û Mecît Yildirim (24) ên ku li gundê Bozkûrta girêdayî navçeya Bazîdê dijîn, digel ku zanîngeh qedandin jî nehatin tayînkirin û ji ber vê yekê jî dest bi şivantiyê kirin.
Bariş Yildirim ji Fakulteya Zanistên Îdarî û Îqtisadî ya Zanîngeha Kafkasê û Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Edaletê ya Zanîngeha Anadoluyê mezûn bû. Niha jî di pola sêyemîn a beşa Birêvebiriya Kamûyê û Zanista Siyasetê de dixwîne.
Mecît Yildirim jî ji beşa Sepanên Bacê û Mihesebeyê ya Zanîngeha Kafkasê mezûn bû û niha jî li Fakulteya Kargêriyê ya Zanîngeha Anadoluyê xwendekarê pola çaremîn e."
Her du bira li gund ji xwediyê kêriyê pez ê ku şivantiya wî dikin, mehane 800 lîre heqê xwe distînin û bi wî pereyî hem pirtûkên xwe distînin hem jî piştgiriyê didin aboriya malbata xwe. Her du bira her roj keriyê pez dibin û li qontara çiyayê Agiriyê diçêrînin û di wextên xwe yên vala de jî ji bo KPSSyê dixebitin.
Bariş Yildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 7 xwîşk û bira ne û her 7 jî zanîngehê dixwînin. Yildirim got ku min 3 zanîngeh qedandin û ez bûm şivan û got ku "Min di şert û mercên gelekî dijwar de xwend. Dil dixwest ku ez bihatama tayînkirin. Ez heta niha ketim bi sedan ezmûnî û min bi pûanên gelekî kêm winda kir. Ez niha 30 salî me, ez heta çi wextê dê bikevime ezmûnan. Divê di vê mijarê de arîkariya me bikin."