İSTANBUL - TURKAN TOSUN
Weşanxaneyên Kurd ên ku beşdarî Fûara Pirtûkan a Stenbolê ya Navneteweyî ya 33yemîn (TUYAP) bûn kêfxweş in ku pirtûkhez eleqeyeke mezin nîşanî pirtûkên kurdî didin.
Rahîme Akturka ku li Weşanxaneya Avestayê berpirsyara firotina pirtûkan e ji nûçegihana AAyê re daxuyad ku Avesta bi salan e li fûarê standê vedike. Akturkê got ku wan îsal 50 pirtûk çap kirine û wiha axivî:
"Gelê tirk jî eleqeyê nîşanê pirtûkên kurdî dide û ev me kêfxweş dike. Em herî zêde pirtûka M. S. Lazarev a Dîroka Kurdistanê, pirtûka Andrew Collîns a Ji Xweliya Milyaketan, pirtûka Jean Sasson a bi navê Li Welatê Perçebûyî Evîn, pirtûkên Jan Dost, Hesenê Metê, gramera Celadet Bedirxan û pirtûkên der barê êzdiyan de difroşin."
- “Divê saziyeke ziman a kurdî bê avakirin"
Akturkê daxuyand ku divê saziyeke ziman a kurdî bê avakirin û wiha axivî:
"Zimanekî standart him ji bo nivîskaran û him jî ji bo xwendevanan dê baş bibe. Wek hemû gelan di nav kurdan de jî ji hêla fikr û siyasetê ve cudahî hene û ev jî normal e. Lê heke ev li ser ziman bandorê bike ev nebaş dibe. Her kesî li gor xwe saziya zimên ava kiriye û yên din re dibêjin 'hûn şaş in'. Lê divê kurd zimanekî neteweyî û hevpar ava bikin, bi taybetî jî di nivîsê de."
Berpirsyarê Weşanxaneya Sîtavê Qahir Bateyî jî daxuyand ku weşanxaneya wan nû ava bûye û ev cara ewil e ku ew beşdarî fûarê bûne.
Bateyî got ku kartên mirov pê ziman hîn dibin yên ku aliyek bi wêne, aliyek peyv li ser hene, ferheng, pirtûkên zarokan û yên perwerdeyê zêde tên firotan û wiha axivî:
"Em ji eleqeya pirtûkhezan kêfxweş in. Pirtûka Leyla Ataman ya bi navê "Nasnameya Konjokturel Seîdê Kurdî, Seîdê Tirkî, Seîdê Erebî, 9 wergerên pirtûkên Samed Behrengî, ferheng zêde tên firotan. Herî zêde der û dora Nûbiharê, der û dora TZP Kurdiyê wek Kurdî-Der, Enstutiya Kurdî û xwendekarên zanîngehan ên kurdî xwedî li pirtûkan û zimên derdikevin û distînin."
- "Herî zêde romanên kurdî tên firotan"
Xwediyê Weşanxaneya J&J yê Azad Zal jî daxuyand ku wan 21 pirtûkên nû çap kirine û di nav wan de yên cara duyem hatine çapkirin jî hene.
Zal got ku ew jî li ser ziman dixebite û wiha axivî: "Herî zede romanên kurdî û ferheng tên firotan. Di nav romanên ku zede tên firotan de romana Gulgeş Deryaspî a bi navê Xezal, Romanên Omer Dilsoz yên cara duyem hatin çapkirin, romana Cihan Roj Serkêş û pirtûka wî ya Gîtara Bêtêl, çîrokên Krîstîn Ozbey û ferheng in."
- "Zimanê kurdî qismen standardîzasyona xwe temam kiriye"
Xwediyê Kovara Dîroka Kurd û ji yek edîtorên Weşanxaneya Peywendê Dawud Rêbiwar jî daxuyand ku ew ji eleqeya gel kêfxweş in û wiha axivî: "
"Li gor min kî çi dibêje bila bibêje, kurdî qismen standardîzasyona xwe temam kiriye. Heke hûn pirtûkên hemû weşanxaneyan bidin ber hev hûnê bibînin ku standardek heye. Ferqên biçûk hene û ev jî normal e. Peywend salek ewil hat avakirin. Lê di nav pirtûkên ku zêde eleqeyê dibinîn de herî zede Dîwana Seydayê Tirêj heye. Dîwan di nav xwe de Xelat, Zozan û Cudî yanî sê kitêban dihewîne û gelek helbestên wî jî jixwe hatine bestekirin. Ji bilî vê pirtûka Remezan Alan a Folklor û Roman ji ber ku xwendekarên zanîngehê eleqeyê nîşan didin, zêde tê firotin. Pirtûkên Helîm Yûsiv û Hesenê Metê jî zêde tên firotin."
- "Em ji eleqeya gel kêfxweş in"
Xwediyê Weşanên Avayê û edîtorê weşanxaneyê Ronî War jî daxuyand ku ew herî zêdet destan û klasîkên kurdî difroşin û wiha axivî:
"Mirov tên ziyareta me, em bi wan re diaxivin. Em ji eleqeya gel kêfxweş in. Em zêdetir destan û klasîkên kurdî difroşin."
Berpirsyarê Weşanxaneya Rûpelê Nedîm Baran jî got ku çima weşanxaneya wan ji weşanxaneyên nû hatine avakirin jê yek e standa wan dane saloneke din.
Baran wiha axivî: "Ji ber ku em nû ne em avêtin heywaneke wiha, cihê me dûrî weşanxaneyên kurd e. Me 12 pirtûk çap kirin. Ferhenga Rastnivîsê, Antolojiya Çîrokên Zarokan a Zinarê Xamo, pirtûka Îbrahîm Seydo Aydogan a bi navê Guman, pirtûka bi navê Kurdên Zaza ya Mehmet Siddiq Qaya zede tên firotin.”
Ji bilî van weşanxaneyan, Weşanên Nûbiharê ya ku ji sala 1992an pê ve Kovara Nûbiharê diweşînin û klasîkên kurdî çap dikin, Weşanxaneya Aramê, Weşanxaneya Evrenselê jî him pirtûkên kurdî û him jî yên bi tirkî ve beşdarî fûarê bûn.
Pirtûkhezên ku eleqeyê nîşanî fûara didin, heta 16ê mijdarê dikarin herin fûarê û pirtûkên ku distînin bi nivîskaran bidin îmzekirin.