İbrahim Atmaca
30 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2019
Sema Taşçiya ku li Gazîantebê dijî, resmên curbecur li ser qumaş neqiş dike û bi hunera xwe ya destan va berhemên cuda derdixe meydanê.
Taşçiya 46 salî ev huner li ber destê diya xwe hîn bûye û ji bo ku eleqeya ser neqşê zêdetir bikw, berhemên nû disêwirîne.
Taşçî nêzî 3 salan e di Qursên Perwerdeya Huner û Pîşeyî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîantebê (GASMEK) da hîndekariyê dike û digel berhemên ressamên navdar ên wek Osman Hamdî Beg, Xoce Elî Riza û resmên ku tên zanîn li ser qumaş neqş dike.

Taşçi desenan li ser qumaşan xêz dike û paşê bi tayên rengîn va dineqişîne.
Sema Taşçiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wê piştî lîseyê li ser sparîşan dest bi çêkirina neqşan kir.
Taşçiyê diyar kir, piştî ku eleqeya ser neqşê kêm bû, wê jî çav xwe li tiştên din gerand û wiha dewam kir, "Min ferq kir ku weke berê eleqe li ser neqşê tuneye û min biryar da ku ez vê hunerê ji nû va bihonim û eleqeya berê cardin bidim qezenckirin."
Taşçiyê diyar kir ku ew tabloyên ressamên navdar li ser qumaşan dineqişînin û wiha dewam kir: "Me neqşên berê nûjentir kirin û em wek tablo çêdikin. Me xwest ku ev çand ranebe û cardin têkeve malan. Me hunera destan a kevneşop nûjen kir. Ne wek neqşê, wek tabloyê disekine. Eleqeya ser zêde bû."

Taşçiyê diyar kir ku çêkirina her berhemekê mehek, meh nîvek dewam dike û wiha dewam kir, "Ez pêşiyê disêwirînim û li ser qumaş xêz dikim. Paşê bi tayên rengîn va di makîneya dirûnê da an jî bi destan didrûm."
Taşçiyê diyar kir ku ew li ser sparîşê dixebite û wiha dewam kir:
"Heke bi taybetî berhem bên xwestin, ez çêdikim. Berî her tiştî neqş ji kevneşopa me ya herî girîng e. Çiqas ji destê min were ez ê vê kevneşopê hînî nifşên nû bikim."