Fatih Gazioğlu
22 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
DERA/ANKARA
Ebû Zeydê peykertraşê Sûriyeyî yê ku li bajarê Deraya di kontrola mixalifan de dijî ligel hebûna şerê navxweyî li ser kevirekî 117 tonî gelek cih û berhemên dîrokî neqişand û peyama hezkirin û aştiyê da.
Ebû Zeyd der barê xebatên xwe yên peykeran de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û behs kir. Ebu Zeyd got ku ew ev 11 sal e li ser vî kevirî dixebite û lê hê xilas nebûye. Ebû Zeyd got wî navê peykerê xwe danîye 'Ji bo dinyayê hezkirin û aştî' û wiha axivî:
"Ez hê biçûk bûm min dest bi vî karî kir. Ez xelkê Derayê me û ji 4 saliya xwe vir va bi vî karî re mijûl dibim. Gava ez diçûm mekteba seretayî min dest pê kiribû. Paşê min xwe pêş ve bir."
Ebû Zeyd diyar kir ku berhema wî 'pirtûka dîrokê ya li ser dinyayê ya herî mezin e' û wiha dewam kir:
"Min li ser kevir bi dehan medeniyet neqş kirine. Min di serî de bi Ke'beya Şerîf dest pê kiribû, piştra jî bi neqşandina xirbeyên Kenanî, Fenîkeyî û Babiliyan min dewam kir. Neqşandina her berhemekê bi qasî 3-4 mehan dikişîne."
Ebû Zeyd got ku wî ji ber şerê navxweyî di sala 2011an de xebata xwe demekê dabû sekinandin û wiha got: "Ji ber zilma rejimê me ji herêmê koç kir û xebata min nêvcî ma."