Nihat Kavşut
24 Tebax 2018•Rojanekirin: 27 Tebax 2018
DIYARBAKIR
Zulfî Yoldaşê 68 salî yê li Sûra navçeya Diyarbekirê erbane û daholan çêdike 51 sal in li tembûrê dixe û li ser eşqa xwe ya li ser Diyarbekirê disitire û dibêje.
Yoldaşê di 1997an da ji Saziya Şîr û Goşt teqawid bû di dikana xwe ya di pasajekê da erbane û daholan çêdike û ji 17 saliya xwe vir va jî li tembûrê dixe.
Zulfî Yoldaşê heta êvarê li dikanê erbane û daholan çêdike, ji mêvanên xwe ra jî li tembûrê dixe.
Yoldaş diyar kir piştî teqawid dibe hemû bala xwe dide ser muzîkê û li Sûrê di dikanekê da dev ji muzîk û helbestê bernade.
Zulfî Yoldaşê 6 zarokên wî hene di nav derdora xwe da jî wek "Aşiq Zulfî" tê naskirin û heta niha 17 kitêbên helbestê û 3 kasêt derxistiye.