Li gorî daxuyaniya Walîtiya Diyarbekirê qedexeya derketina derve ji bo ewlehiya can û malê gel hatibû girtin. Piştî ku li herêmê ewlehî hat bidestxistin qedexe serê sibe ji saet 06.00an pê ve hat rakirin.
Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji ber ku welati guhê xwe dan qedexeyê em sipasiyên xwe ji wan re dişînin."
Li taxên Abdaldede, Alîpaşa, Camî Kebîr, Nebî Camî, Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatihpaşa, Hasirli, Îskenderpaşa, Melîkahmet, Zîya Gokalp, Lalebey, Suleyman Nazîf, Savaş, Cemal Yilmazê ku di nava navçeya Sûrê de cih digrin duh ji saet 09.30an pê ve derketina derve hatibû qedexekirin.