Gokbûlak got ku ji bo rojên danasînê gopalên taybet çêkiriye û wiha axivî:
"Ez ê bi qasî 500 gopalî beşdarî rojên danasînê bibim. Bi mehan e ez ji bo vê rojê amadehî dikim. Ji bilî gopalên ku ji qiloçên dewar û gamêş û berana hatine çêkirin, ez ê hin gopalên ku bi motîfên herêmî hatine neqişandin jî bidim nasîn. Modelên gopalan ên ku bi motîfên teyr, mar, hesp û kevokê hatine çêkirin jî dê di pêşangehê de cihê xwe bigrin. Ez bawer im dê gopalên ku bi zêr û tezhîbê hatine neqişandin zêdetir balê bikşînin."