Erdogan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku konsepta Agirê Anadoluyê "hevdîtina medeniyetan e."
Erdogan got ku armanca me ew e ku agirê mozaîka çand û hunera Anadoluyê ya ku bi aştiya hezar salan hatiye gurkirin li cîhanê bidin nasîn.
Erdogan destnîşan kir ku Agirê Anadoluyê ji bo peyama wê tê hezkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bi salan e em hem li cîhanê hem jî li Tirkiyeyê ji bo aştiyê dixebitin. Em heta niha li 89 welatan derketin ser dikê. Bi kadroyeke profesyonel a ku ji 330î kesî pêk tê û bi qasî 2 hezar xwendekarên amator ve li cîhanê di nav komên herî mezin de ne.
Erdogan diyar kir ku dixwazin Agirê Anadoluyê belavî her derê bikin û hewl didin ku li Diyarbekir û Wanê jî akademiyên dansê vekin.
Erdogan got ku dixwazin li Viyana, Belçîka û Hollandayê dibistanên dansê vekin û xeberdana xwe wiha domand: "Gava ku karê me hinekî sivik bibe em ê giraniya xebatên xwe bidin ser projeyên welatên derve. Armanca me ew e ku zarokên cîhanê vê repertuarê hîn bibin û çanda me nas bikin."
Erdogan diyar kir ku li ser lîstika "Deriyên Rojhilatê" dê bixebitin û ji Çînê heta Stenbolê muzîk û dansên Rêya Hevrîşimê bigihînin temaşevanan.