Halil İbrahim Sincar
07 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2023
Xwarina "Iroq"ê ya ku Mêrdînê jê ra kutilk jî tê gotin ji hêla Saziya Marka û Patentê ya Tirk va bi îşareta coxrafî hat tescîlkirin.
Li gor daxuyaniya Zanîngeha Mêrdînê ji bo parastin, pêşxistin û li dinyayê nasandina xwarinên bajêr "Projeya Xwarinên Mêrdînê yên Qedîm Derdikevin Sehneyê" didome.
Di encama xebata ku di çarçoveya projeyê hat kirin da "Iroq"ê îşareta coxrafî hilda.
Di daxuyaniyê da cî dan axaftina Rektor Prof. Dr. Îbrahîm Ozcoşar. Ozcoşar diyar kir ku piştî Alluciye û Firqiyeya xwarinên herêmî xwarina Iroqê ya ku nirxekî gastronomîk yê bajêr e jî îşareta coxrafî hilda.
Ozcoşar behs kir ku dê serlêdanên îşareta coxrafî ên ji bo xwarinên qedîm ên Mêrdînê bidomin û destnîşan kir ku bi teşebûsên zanîngehê va bajêr dê di warê gastronomiyê da bigihêje cihê ku heq dike.