Yekane Dêra Suryaniyên Protestan a li Mêrdînê ji bo ku ji îbadetê re vebe, xebatên restorekirinê didomin. Wisa tê plankirin ku îsal dêrê vekin.
Keşîş Ender Peker ji Peyamnerê AAyê re got ku du sal berê ji Dêra Suryaniyên Protestan a Diyarbekirê ew hildan û ji bo Dêra Suryaniyên Protestan a li Mêrdînê ew wezîfedar kirin. Peker diyar kir 160 sal beriya niha protestanên ku ji Diyarbekirê hatin Mêrdînê, avahiya ku wekî xanî hatibû çêkirin, guhestin dêrê.
Peker destnîşan kir ku dêr ji ber bêeleqeyê kavil bûye û ji bo restorekirinê wan wekî cemaet dest bi xebatê kir û wiha domand: "Me gavên xwe yên ji bo vê avêt. Dê wekî awayê xwe yê berê were restorekirin. Emê wekî yekane Dêra Suryaniyên Protestan a ku di heft rojên hefteyê de jî vekirî be vekin. Di mijara restorasyonê de dezgehên dewletê yên eleqedar ji me re dibin alîkar. Lêbelê em ê dêrê wekî cemaet restore bikin."
- "Ji ber derbeya leşkerî Protestan ji Mêrdînê çûn"
Peker got ku ji ber zext û zordestiya li dû derbeya leşkerî ya 1960an Protestanên li Mêrdînê ji neçariyê koç kirin û ji wê dîrokê û pê ve li dêrê îbadet nayê kirin.
- "Xêra wê ji tûrîzmê re dê zahf be"
Peker bal kişand digel ku aniha hê jî ji îbadetê re vekirî nîne, pir tûrîst tên seredana û dêr wê bikeve nava berhemên dîrokî yên gîrîng ên bajêr.
Peker got ku ziyaretvan jî dikarin beşdarî îbadetê wan bibin û wiha pê de çû: "Em îbadetê xwe bi sûryanîkî, tirkî, kurdî û erebî dikin. Yekane Dêra Suryaniyên Protestan a li Mêrdînê wê pir xêra xwe ji tûrîzma bajêr re hebe. Piştî Dêra Kirklarê dê bibe ew dêr ku herroj vekirî be. Dê ji bo Mêrdînê bibe rengekî. Ji bo dîtina vê dêrê ji çendîn welatan ziyaretvanên werin."