İbrahim Yaldız
30 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 08 Tebax 2023
Li Mûşê Bager Çalişçiyê nebîna yê ku dikare dengên dibihîze biguherîne notayan li Baxçeya Gel konsera piyanoyê bi piyanoya xwe konser da.
Di resîtala ku ji hêla Midûriya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Mûşê va hat lidarxistin da Çalişçiyê 11 salî yê ku xwediyê guhê "absolut" (bêqisûr) e konser da.
Şaredarê Mûşê Feyat Asya di bernameyê da axivî û ev gotin:
"Bagerê ku em dibêjinê guhê bêqisûr di Festîvala Ciwaniyê da di hizûra Serokomarê me da wek nûnerê bajarê me li piyanoyê xist. Serokomarê me dema ji Bager pirsî ka çi dixwaze wî gotibû ku "piyano". Serokomarê me piyanoyê ku wî dixwest şand û me jî teslîmê Bager kir. Em bûn şirîkê kêfxweşiya Bager. Ji ber ku hûn ji bo guhdarkirina Bager hatin ez spasiya we dikim."
Çalişçiyê ku di konserê da axivî jî got ku "Resîtalek xweş çêbû. Min 15 parçe lêxistin. Min li vir Marşa Tirkan a ku gelekî jê hez dikim lê xist. Birastî jî atmosferekî gelekî xweş bû. Ez spasiya guhdarvanan dikim."
Mamosteyê muzîkê Fevzî Çagli jî li kemanê xist.