Talha Koca
23 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2023
Bayram Koyuncuyê ji Erziromê yê ku 55 salî di kargeha xwe ya 40 mêtroqereyî da 43 sal e ji çêrmê dewar û bizinan solan çêdike.
Koyuncu dema 12 salî bûye bi daxwaza bavê xwe dest bi vî karî kiriye ku niha li navçeya Yakutiyeyê di kargeha xwe ya Bazara Kavaflarê ji bo çar aliyê Tirkiyeyê solan çêdike.
Koyuncuyê 55 salî yê bi alîkariya hevalên xwe rojê 9-10 solan çêdike, ji bilî solan, ji bo werzişvanên cirîdê gîzmeyan jî çêdike.
Bayram Koyuncu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand mişteriyên wî yên ji dervayî welêt jî hene.
Koyuncu wiha axivî: "Hin mişteriyên me yên ji dervayî welêt yên li ser pesindayînê solan didin çêkirin jî hene. Em solên berê, yên nû, bi kurtasî her cureyan çêdikin. Gelek cirîdvanên li Tirkiyeyê jî siparişê didin me. Ne tenê li Erziromê, ez dişînim dervayî bajêr jî. Min gîzmeyên siwaran çêkirin û şandin Uşak, Adapazari, Stenbol û Bursayê. Hema bêje hemû cirîdvanên bajarên me min baş nas dikin. Gîzmeyên piraniyan min sêwirandin."
Koyuncu destnîşan kir ku sektora solan mezin e, qalib, model û birîna wan cuda ye.
Koyuncu got hilberîna solan ne hêsan e û wiha dewam kir, "Pêşiyê modela solê tê kifşkirin. Paşê tê ber destê me"
Aydin Masatê 45 salî yê alîkariya Koyuncu dike jî diyar kir ku hînbûna goşkariyê hunereke dijwar e û wiha dewam kir, "Em her cure solan çêdikin û temîr dikin. Piştî derketina solên fabrîkasyon kes vî karî nake. Keda destan hinekî zehmet e, lê em jê hez dikin. Ez li dereke din dixebitîm, lê heke dema min çêbe ez têm vê hunerê didomînim."