ÎSTANBUL
Ji bo şanoger û listîkvanê sînemayê Tuncel Kurtîzê ku duh li mala xwe ya li Beşîktaşê wefat kir, li Sahneya Mûhsîn Ertûgrûl ya Harbiyeyê merasîm hat lidarxistin.
Jina Tuncel Kurtîz Menend lawê wî Mîrza Kurtîz, Cihgirê Serokê Koma CHPyê Akîf Hamzaçebî, Şaredarê Şîşlîyê Mustafa Sarigul, Şaredarê Beşîktaşê Îsmaîl Unal û ji hunermend û lîstikvanan Ayla Algan, Halît Ergenç, Berguzar Korel, Nur Fettahoglu, Bariş Falay, Demet Akbag, Melek Baykal, Kivanç Tatlitug, Leman Sam, Şevval Sam, Zelîha Berksoy, Hamdî Alkan, Burçîn Terzioglu çûne merîsama cinazeyê Tûncel Kurtîz.
Ji bo Kurtîz li Sahneya Mûhsîn Ertûgrûl ya Harbiyeyê merasîm hat lidarxistin. Di merasîma cinazeyê Tuncel Kurtîz de Ayla Algan axivî. Algan diyar kir ku cinazeyê Kurtîz dê bibin Çamlibela gundê navçeya Gureyê ya Balikkesîrê û li wir bidin axê.