Ev nêzî 9 mehan e ku li bajarên Başûrê rojhilatê Tirkiyeyê jiyana aborî û civakî bal dikşîne ser xwe. Ji ber pevçûnên ku bi salan dom kirin, potansiyela tûrîzma bajarên herêmê nehat bikaranîn. Çavê her kesî bi pêvajoya çareseriyê li ser bajarên herêmê ye. Tûrîstên ji herêmê û yên ji der ve tên derfeta dîtina dewlemendiyên çandî û dîrokî yên herêmê dibînin.
Pêvajoya çareseriyê wekî gelek tiştan kêrî sektora rêzefîlman jî hat. Derhênerên ku berê nediçûn an jî tenê çend beş dikişandin û pişt re vedigeriyan niha berê xwe dan bajarên wek Şanliurfa, Diyarbekir û Gazîantepê.
Niha li bajarên herêmê nêzî 15 rêzefîlm tên kişandin. Hin çêker jî li ser senaryoyên der barê herêmê de dixebitin.
Derhêner Hasan Aslan diyar kir ku rêzefîlma bi navê "Can û Ceger" a ku li TRT 6ê tê nîşandan, li Şanliurfayê dikşînin.
Aslan diyar kir ku berê ji ber pevçûnan xweşikahiyên herêmê zêde nedihatin li ser ekranan û got ku bajarên rojhilata başûr ji bo sektora wan xwedî potansiyeleke mezin e.
Aslan got ku tenê 7 projeyên ku ew dizane niha tên amadekirin û got ku ez bi bawer im ku dê eleqeya li ser hêrêmê û xebatên di vî warî de zêde bibin.
-"Em hewl didin ku hin kesan ji bo lîstikvaniyê perwerde bikin."
Derhênerê Weşana Giştî ya Şanoya Bajar yê Şaredariya Mezin ya Şanliurfayê Abdulkadîr Kirici jî diyar kir ku jimara rêzefîlmên ku li bajarên herêmê tên kişandin zêde bûn.
Kirici destnîşan kir 14 lîstikvanên ku li şanoya bajêr de peywirdar in di van rêzefîlman de dilîzin û got ku "ji bilî bajarê me li Mêrdîn, Diyarbekir, Erzurum, Van, Kars û Malatyayê jî rêzefîlm tên kişandin. Di gel vê em hewl didin ku hin kesan ji bo lîstikvaniyê perwerde bikin."
Lîstikvan jî diyar dikin ku xelkê bajêr piştgiriyê didin wan.