Konsera ku solîstiya wê Behçet Yehya kir de ev perçe hatin gotin: "Şîna Çi, Eşqa Îlahî, Hawara Wicdanê, Rêya Evîndaran, Dilê Spîde."
Yehya daxuyanî da nûçegihanê Anadolu Agencyê û diyar kir ev 21 sali in ku li Hewlêrê konser nedaye û wiha dewam kir: "Şertên giran ên jiyanê fersend neda min ku ez li Hewlêrê konserekê bidim. Piştî ewçend salan ez hatim welatê xwe û bal miletê xwe. Ev jî cihê xwe yê şanaziyê ye. Dahata vê konserê dê ji bo nexweşên pençeşêrê bê veqetandin. Îşev li vir me dît ku ka mirov çiqas qîmetê didin tenduristiyê û li hemberî hunerê çiqas rêzdar in. Ev bi rastî jî kêfxweşiyê dide mirovan."
Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, hin parlamenter, karsazên xêrxwaz û muzîkhez beşdarî konserê bûn.
Koma Kamkaran jî awazên hem bi kurdî û hem jî bi farisî gotin.
Kamkaran ji 14 kesan pêk tê. Komê li welatên Ewropayê, li DYAyê û li Tirkiyeyê jî konser dabû.