08 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
ŞANLIURFA
Nûr Xidira 17 salî li Herrana navçeya Şanliûrfayê di konbajarê da dimîne. Xidir ji bo ku bala welatên ereban bikşîne ser şerê li welatê xwe resma Aylan Kurdiyê ku bi bedena xwe ya piçûk va bû nîşaneya pirsgirêka penaberên sûriyeyî, xêz kir.
Nûr Xidira wênexêza ciwan di Konbajara Herranê da dijî û xwest ku bi resma Aylan Kurdî ji welatên ereb ra peyamê bişîne.
Wênexêza ciwan, di resmê da li ser kêlikê Aylana dergûş "wijdana ereban" nivîsî.
Xidirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ber şerê welatê wê nêzî 4 sal berê ew bi malbata xwe va xwe sipartiye qampa li Herranê.
Xidirê diyar kir, wê bi derfetê qampê perwerdeya xwe domand û vê gavê xwendekara pola 12emîn e.
Xidirê diyar kir, ew ji diya xwe xêzkirina resmê hîn bûye û wiha axivî: "Piştî mirina Aylan Kurdiyê dergûşa sûriyeyî, hat hişê min ku vê resmê çêkim. Ez dixwazim di vê resmê da van tiştan bibêjim, yê ku di eslê xwe da miriye ne Aylanê dergûşa sûriyeyî ye, ya ku miriye wijdana ereban e ku bû sedema mirina Aylanê dergûş. Ji ber vê yekê min li ser kêlikê Aylanê dergûş ne navê Aylan, min navê 'wijdana ereban' nivîsî."