Li baxçeya Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Bajêr xwarinên wek ecîn, kebab, ceger, kifteyên navtijî û şêrînayî hatin nasandin.
Serokê Şaredariya Mezin Celalettîn Guvenç daxuyand ku ew hefteya turîzmê pîroz dikin û wiha axivî: "Em bi sazî û gelê xwe ve xwarinên herêmê çêdikin û hefteya turîzmê wiha pîroz dikin. Di salên pêş me de jî divê em çalakiyên berfirehtir bikin. Şanliurfa bajarekî çandiniyê ye, lê ji hêla tûrizmê ve jî cihekî dewlemend e. Heke rewşa aramiyê dewam bike Gobeklîtepe, Xelfetî û gola Xelîlulrehmanê wê ji hêla turîzmê ve pêş bikeve."
Midûrê Tûrîzm û Çandê yê Bajêr Aydin Aslan jî daxuyand ku wan bi çalakiyên cuda ve vê hefteyê pîroz dikin û wê sibê jî turîstên hatine herêmê bibin Gobeklîtepeyê.
Piştî axaftinan beşdarvan û mêvanan xwarinên ku hatine çêkirin xwarin.