22 Hezîran 2016•Rojanekirin: 22 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Keştiya cengê ya girêdayî Hêza Behrevaniya Ûris a ku navê wê "Yamal" e û nimroya bordaya wê "156" e ber destê sibê ji Tengava Stenbolê bihurî û gihîşt Behra Marmarayê.
Keştiya şer a ku ji Behra Reş derbasî Tengava Stenbolê bû di dora saet 06.00an da ji tengavê derbas bû.
Ekîbên Fermandariya Ewlekariya Qeraxan bi botan va refeqatê keştiyê kirin û herwisa xuya kir ku li ser keştiyê leşker bi çekan nobetê digirin.