01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2015
HATAY
Balafirên şer li gundewariya Lazqiyeya Sûriyeyê êrîşî herêmên Çiyayê Tirkmen û Çiyayê Kurmênc dikin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hildan, hêzên rejimê bi piştgiriya jetên ûris êrîşên li ser Bayirbucaka herêma tirkmenan didomînin.
Hat gotin ku yekîneyên Esed ji serê sibê pê va gundên tirkmenan û herêma Çiyayê Kurmênc didin ber top û tifingan, jetên ûris jî ji hewa va êrîş dikin.
Dengê teqîna ji herêmê heta li navçeya Yayladagiyê jî tê bihîstin.