Muhammet Kurşun
24 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
BATMAN
Kitêbxaneya ku di şeklê kitêbê de ye û cara pêşî ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve li Artvînê hat çêkirin dê li Batmanê jî were avakirin.
Kitêbxaneya ku di şeklê 4 kitêbên li ser hev de tê sêwirandin û tê de ji 50 hezarî zêdetir kitêb cih digirin dê li Batmanê jî were çêkirin. Kitêbxane dê li navenda bajêr li ser 7 hezar û 500 metreyên çargoşe were çêkirin, dê 5 qat be û qada girtî jî ji hezar û 500 metre çargoşeyî pêk were.
Di kitêbxaneyê de ji xeynî kitêban, atolyeya karên destî, salonên xwendinê yên ji bo zarokan, mezinan û kêmendaman û dê qadên konferans û pêşangehan jî tê de hebin
Ev xebata mezin dê heta sala 2018an biqede û bikeve xizmetê.
Waliyê Batmanê Ahmet Denîz, ji peyamnêrê AAyê re diyar kir ku xelkê Batmanê ehemmiyeteke mezin didin xwendinê û kitêbxaneyên mewcûd têrî vê yekê nakin loma jî wan dest avêtiye xebateke wisa.
Denîz bal kişand ser wê yekê ku halê hazir 15 hezar endamên kitêbxaneya mewcûd hene, loma jî têr nake û wiha axivî:
"Her tişt xwendin e. Emê kitêbxaneyeke pir ciwan li Batmanê çêkin. Hem ji aliyê derve ve û hem jî ji aliyê hundir ve dê pir xweşik be."