Nihat Kavşut
25 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
MERSÎN
Li herêma Çukurovayê li taxeke Tarsûsa navçeya Mêrsînê komkirina qeresiyan dest pê kir.
Li Ulaşa taxa Tarsûsê komkirina qeresiyên ewil ên salê dest pê kir.
Mustafa Kemal Karaogluyê Serokê Şaxa Mêrsînê ya Odeya Endezyarên Ziraetê û xwediyê bexçeyê qeresiyan daxuyanî da rojnamevanan.
Karaoglu destnîşan li dereke 200 mêtro bilind e qeresî çandine û wiha dewam kir: "Qeresî bi gelemperî li ciyên hezar mêtro bilind e çêdibin. Lê me qeresiyên jê ra dibêjin 'erkencî' li dereke 200 mêtro bilind e çand."
Mustafa Kemal Karaoglu diyar kir qederê 7 sal ked dane bexçeyê qeresiyan û got me teknîkên modern ên çandiniyê emiland û der barê mijarê da jî cotkaran agahdar kir.
Karaoglu destnîşan kir av û hewaya herêmê baş e û wiha got: "Li herêmê bi gelemperî tiştên tropîkal çêdibin. Li herêma Mêrsînê vê gavê ji 65an zêdetir tişt çêdibin û teknîkên modern tên emilandin. Ji xeynî vê qeysî, xox, hilûyên japonan û nektarîn çêdibin. Em dixwazin li Mêrsînê teknîkên çandiniyê yên modern bi pêş bixin."