DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê Komeleya Hevkarî, Çand û Perwerdeyê ya Şêx Seîd hat avakirin.
Serokê komeleyê Mehmet Kasim Firat li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê çêkir û got ku em wek malbata Şêx Seîd me biryar da komeleyekê ava bikin û piraniya malbatê jî piştgirî da me.
Firat destnîşan kir ku ji bo vekirina komeleyê di 30yê cotmehê de serlêdan kirin û got ku Midûriyeta Komeleyan a Bajêr ya Walîtiya Diyarbekir serlêdana me qebûl û komele bi fermî vebû.
Firat got ku armanca me ew e ku xwedî li nirxên neteweyî, menewî û dîrokî yên ku Şêx Seîd û hevalên xwe pêşengiya wan kirin, derkevin.
Firat destnîşan kir ku em xebatên weqfê dimeşînin û wiha got: "Em ê hewl bidin ku ciyê mezelên wan derxin holê û mezelên wan çêkin, kulliyeya pewerde û çandê ava bikin, Zanîngeha Şêx Seîd damezirînin û arşîwên dewletê derxin holê. Wek mayîn em ê bursê bidin xwendekaran û alîkariya xwendekaran bikin. Ji bo yekîtiya kurdan bixebitin. Misyona me ew e ku di nav gelên Rojhilata Navîn de biratiyê saz bikin û ji bo ku pirsgirêkên heyî bi biratî û aştiyane çareser bibin hewl bidin."
- "Gavekî erênî ye"
Firat got ku me berê jî ji bo avakirina komeleyeke li ser navê Şêx Seîd gelek hewl da û got ku cara ewil e ku li ser navê Şêx Seîd û misyona wî komeleyek hat avakirin û wiha dewam kir: "Ji me re digotin bi navekî din vekin. Lê hat tescilkirin û ev biryar gavekî erênî ye. Em tiştên baş erênî dibînin. Lê têrê nakin. Ev biryar ji bo pêvajoya çareseriyê jî tiştekî erênî ye."