ANKARA - FATÎH GAZÎOGLU
Fîlma derhênerê kurd Erol Mîntaş Kilama Dayik Min kete vîzyonê. Fîlm kurdî û tirkî hatiye kişandin û di festîwalên Saraybosnayê û Altin Portakalê de xelat standibû.
Derhênerê fîlmê Erol Mîntaş li ser fîlma xwe daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ji bo çîroka wî kilamên kurdî rê nîşanî wî dane.
Mîntaş daxuyand ku di çanda kurdan de cihê stran û kilaman gelekî girîng e û wiha peyivî:
"Wan salên ku stranên kurdî ku hatibûn qedexekirin, ew ji bo kurdan mîna qêrînekê bûn. Kurdan gelek caran bi van stranan dengê xwe gihandin dinyayê. Bi van stranan di dilê merivan de dîsa ji bo jîyanê hêvî çêbû. Van stranan jiyana me motîve dikir."
Min bi çîrokên kurdî zimanê xwe parast
Mîntaş diyar kir ku li Qersê zarokatiya wî bi guhdarkirina dengbêj û hozanan derbas bûye. Di van demên dawîn de di gelek fîlmên kurdî de deng û kilamên kurdî tên bikaranîn û wiha dewam kir:
"Me bi saya stranên Radyoya Yêrîvanê yên xweşik, çîrokên ku dayik û bavê min ji me re digotin zimanê xwe parast. Paşê dema ez ji malbata xwe dûr ketim û min koçî bajerên mezin kir dîsa ew stran û dengbêj bi kêrî min hatin."
Mîntaş diyar kir ku fîlma wî bi 45 kopyeyan 12 bajêran li 20 salonan tê nîşandan. Mîntaş dîsa got ku daxwaza wan ew e ku di serî kurd bi tevahî hemû sînemahez bên fîlma wî temaşe bikin.
Fîlma Kilama Dayika Min, di 51emîn Mihrîcana Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê a Navneteweyî de çar xelat wergirtibû. Ew jî xelatên "Fîlma Ewil a Herî Baş", "Mûzîka Herî Baş", "Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş" û "Lîstikvanê Mêr ê Alîkar ê Herî Baş" bûn.
Fîlm di payîza 2013an de li Stenbol û Bazîdê hat kişandin. Fîlm behsa jiyana dayikek û kurê wî dike ku ji ber projeya ji nû ve avakirina Tarlabaşiyê mejbûrî koçkirinê dibin.
Di fîlmê de rolên sereke Feyyaz Dûman, Zubeyde Ronahî û Nesrîn Cavadzade dileyîzin. Lîstikvanên din jî Azîz Çapkûrt, Ferît Kaya û Cuneyt Yalaz in.