Fatih Gazioğlu
21 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2017
ÎSTANBUL (AA) - Kordînatorê TRT Kurdiyê Mustafa Ekîcî, "Selaheddînê Eyyûbî pergala dinyaya nû bi operasyoneke leşkerî edilandiye. Bi vî awayî hêviya rojavayiyan ya ku ji ber seferên xaçparêzan ku bi qasî 300 salan dewam kir pûç kir."
Kordînatorê TRT Kurdiyê Ekîcî beşdarî Konferansa "Selaheddînê Eyyûbî û Sefera Xaçparêzan ya 3yan" ya ku ji aliyê Weqfa Maverayê ve hat lidarxistin, bû.
Ekîcî li vê derê li ser feydeya Selaheddînê Eyyûbî ya daye umeta Îslamê û pevajoya wê axaftinek kir. Ekîc di axaftina xwe de got ku Selahêddîn Eyyûbî ji bilî rojhilatê li rojavayê jî efsaneyek bû û wiha axivî:
"Selaheddînê Eyyûbî pergala dinyaya nû bi operasyoneke leşkerî edilandiye. Bi vî awayî hêviya rojavayiyan ya ku ji ber seferên xaçparêzan ku bi qasî 300 salan dewam kir pûç kir. Di dîrokê de 3 bûyerên mîna vê hene. Di navbera van de jî nêzî 400 sal wext heye. Ji van yek fethên Hz. Omer in. Hz. Omer di 40 û 50 salan de hêza Îslamê ya ku bi tenê li Mekke û Medîneyê tesîr dikir, belavî hemû dinyayê kir. Selaheddînê Eyyûbî jî 400 sal piştî Hz. Omer heman tişt kiriye. Mînaka herî dawîn Yavuz Sultan Selîm e."
Ekîcî got ku her dem feydeya Tirkiyeyê gihiştiye umeta Îslamê û enerjiya welatên Îslamê zêde kiriye. Ekîcî wiha axivî:
"Îro axaftinên Serokomarê me ji Afrîkayê heta Rojhilata Navîn û ji wir heta Balkanan eger hê dibe sedema kelecanekê, ev bi saya vê enerjiyê ye. Ji bo aştiya bakurê Iraqê jî piçek wext lazim e."