Berfin Sidar Aşit
04 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2024
Li Bedlîsê Midûriyeta Giştî ya Weqfan ya Wezareta Çand û Turîzmê xebatên restorekirina Hemama Xusrev Paşe, Xana Hazoyê û Mizgefta Hecî Begiyeyê didomîne.
Midûrê Herêmê yê Weqfê yê Bedlîsê Alî Osman Ayanê çû serdana xebatan, diyar kir bi temambûna projeyê wê mekanên dîrokî yên li bajêr feydeyeke mezin didin turîzma bajêr û wiha got, "Wezareta Çand û Turîzmê li Bedlîsê li 3 berhemên dîrokî xebatên restorasyonê dike. Restorasyona Hemama Xusrev Paşe wê di dawiya sala 2026an da temam bibe."
Alî Osman Ayan diyar kir xebatên li Xana Hazoyê û Mizgefta Hecî Begiyeyê didomin û got ku em ê di dawiya meha mijdarê da temam bikin û vekin.