BITLÎS
Li Hîzana navçeya Bedlîsê malbata Aydin îdia dike ku kurê wan ê xwendekarê lîseyê şandine çiyê. Malbat xwepêşandana xwe ya bi kon ya li ber QaymeqamtiyaHîzanê berdewam dike.
Malbat pê hesiya ku kurê wan Vedat Aydinê ku di Lîseya Pîşeyan a Endustriyê di pola 9emîn de dixwîne di destê PKKê de ye. Malbat ji bo ku bikaribin kurê xwe paş de vegerînin gelekî hewl da û xwepêşandana malbatê ya bi kon a li ber Qaymeqamtiya Hîzanê berdewam dike.
Malbata Aydin diyar kir ku ev 35 roj in ku ji kurê xwe bê xeber in û bi wêneyên kurê xwe û pankartên di destê xwe de berteka xwe nîşan didin.
Diya Vedat Aydin Leman Aydinê îdia kir ku PKKê kurê wan xapandiye û şandiye çiyê û got ku ji bo ku bikaribin kurê xwe bibînin navenda bajêr, navçe û gund di nav de tu der nema ku neçûn, lê belê kurê xwe nedîtin.
Aydinê got ji bo ku kurê wê bibînin dest bi xwepêşandanê kir û wiha axivî: "Min sibê zû kurê xwe şiyar kir. Min dê bişanda dibistanê. Taştêya xwe xwar, cilên xwe guherand û gote min ku 'Dadê tu dê ji bo firavînê çi çêkî?' Mi jî gotê ku 'ez dê borkena çêkim'. Çûyîn ew çûyîn e. Min cardin kurê xwe nedît. Ez ji vir bangî Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, xanima wî Emîne Erdogan, Serokomar Abdullah Gul, Selahattîn Demirtaş dikim. Kurê min xapandin, şandin çiyê. Bila arîkariya min bikin."
Aydinê diyar kir ku heta kurê min bê dîtin ez dê xwepêşandana xwe berdewam bikim û got ku 'bila êdî dayik negirîn', em êdî aştiyê dixwazin.
Aydinê got ku "Kurê min 16 salî ye û gelekî nexweş e. Her dem dikuxe û hê zarok e. Zarokekî ku hê ji bo nan digirî. Gelo vîna zarokekî di vê emrî de heye? Kurê min xapandin û bi zorê birin. Ez niha îşlikê wî bêhn dikim û dilê xwe bi wê rehet dikim."
"Em heta Daristanên Sehiyê çûn"
Bav Mehmet Emîn Aydin jî got dema em pê hesyan ku kurê me di destê PKKê de ye, ji bo ku em bikaribin paş de vegerînin me gelekî hewl da.
Aydin got ku "Ez û xanima min bi hêviya ku em bikaribin kurê xwe bibînin heta Daristanên Sehiyê çûn. Lê belê me tu tişt bi dest nexist. Kurê min di destê PKKê de ye. Em heta serokên bajêr, encumenên bajêr, şaredaran çûn. Me li her deriyî xist. Lê belê me tu tişt bi dest nexist. Vîna kurikekî 16 salî tuneye. Xanima min çendîn caran hewl da ku xwe bikuje. Min nehişt. Heke kurê min paş de venegere ez wisa bawer im ku dê dilsojiyên mezintir biqewimin. Bila kurê min dîsa bidin min."