Sevim Hatun
21 Tebax 2017•Rojanekirin: 22 Tebax 2017
CHICAGO
Li Wisconsina eyaleta DYAyê fuarên înteraktîf yên Ronesansê 30 sal in tên vekirin û ji bo kesên ku Serdema Navîn ya Ewropaya mereq dikin derfeteke rengîn e.
Fuara Brîstol Ronesansê ya ku li Kenosha parêzgeha Wisconsinayê tê vekirin balê dikşîne. Dawiya heftê ji welêt û çar aliyên dinyayê bi hezaran kes tên fuarê ziyaret dikin.
Fuar di salekê de dawiya 9 hefteyan vekirî ye. Tê texmînkirin ku wê heta dawiya salê nêzî 400 hezarî kes fuarê ziyaret bikin. Di fuarê de ji xwarin û şîvên sedsala 16emîn bigre heta şerê şovelyeyan, tiyatro û taybetmendiyên serdemê gelek tişt tên nîşandan.
Bilêtên fuarê ji bo mezinan bi 29.95 dolarî ji bo zarokan jî 11.50 dolarî tên firotin.