Sevim Hatun,İbrahim Atmaca
20 Tebax 2017•Rojanekirin: 21 Tebax 2017
DIYARBAKIR
Di encamên kolandinên arkeolojîk ên li herêma Keleha Zêrzewanê ya li Çinara navçeya Diyarbekirê de 4 cihên nû hatin tespîtkirin. Di lêkolînên berê de mabedek dînê Mithrasê ku ji serdema Romayê maye, derbasokeke veşartî û stargeheke binerdê ku nêzî 400 însanî dikarin tê de bimînin hatibûn dîtin.
Xebatên arkeolojîk ên di sala 2014an de bi tevkariya Wezareta Çand û Turîzmê, Muzeya Diyarbekirê, Walîtî, Şaredariya Mezin, Qaymeqamiya Çinarê, Yekîtiya Acentayên Seyahetê ya Tirkiyeyê û Zanîngeha Dîcleyê dest pê kirin dewam dikin.
Keleha Zêrzewanê ku di serdema împaratoriya Romayê de wekî navenda eskeriyê hatibû bikaranîn 13 kîlometre dûrî Taxa Demirolçeka ser navçeyê ye.
Bermayinên sûrê li ser 60 donim erezî ne, bilindiya sûrê 12-15 mêtre û dirêjî hezar û 200 mêtre ye. Herwiha kuleya raçavkirin û parastinê ya bilindiya wî 21 mêtre ye, dêr, avahiya rêvebiriyê, xanî, embarên av, genim û çekan hene. Mabeda bin erdê, mezelên ji kevir, qanalên avê û 54 sarincên mayî şahidiya dîrokê dikin.
Qaymeqamê Çinarê Îsmaîl Şanli ji nûçegihanê AAyê re axivî got ku her çiqas li herêmê bûyer hebe jî xebat bêyî navber dewam dikin û wiha dewam kir: "Milet kelehê miraq dike. Ji gelek herêm û welatan însan tên vir dibînin, heta ji Hindistanê jî ziyaretvan hatin."
Endamê Hîndekariyê yê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Dîcleyê û Serokê Vedanê Alk. Doç. Dr. Aytaç Coşkun der heqê dîroka kelehê da agahî da û diyar kir, cihê ku ew dikolin li Diyarbekir û herêmê ji bo dîroka dewra Romayê girîng e.
Coşkun der barê berhemên ku ji binê erdê derketin da agahî da û wiha axivî:
"Di bin erdê Keleha Zêrzewanê da jî li ser erdê jî şehir heye. Me 3 sal berê di bin erdê da dirbeke ku hezar û 500 sal berê hatiye girtin, dêreke binê erdê, sitargeheke binerd ku 400 kes tê da cî dibe û herî dawîn jî me perestgeha Mîthras dît. Me îsal di bin erdê da 4 cihên din jî tesbît kirin. Mebesta me ew e ku em van şehrên bin erdê jî derxin. Em dizanin ku di bin erdê da gelek cihê ku tê da jiyane hene. Di bin erdê da gelek sarnicên avê, çalên zimhêrê hene û me derêke îbdetê jî dît. Em ê him şehrê bin erdê, him yê ser rûyê erdê derxin meydanê."
- Keleha Zêrzewanê
Keleha Zêrzewanê li ser rêya antîk a cihê leşkeriyê ye. Keleh li ser zinarekî ye û zinar 124 mêtre bilind e, di navbera Amîda û Darayê da li cihekî stratejîk e. Ji aliyê stratejîk va li hemû newalê dinihêre, li ser rêya bazirganiyê ya antîk e û berga wê pir fireh e. Di dema Romayê da li ser sînor garnîzoneke stratejîk bûye û di heman demê da bûye pêgeha şerên navbera Roma û Sasaniyan.
Di dewra Romayê da navê kelehê "Samachi" bûye. Piştî kolandinê, wê der heqê kelehê da agahiyên saxlem werin bidestxistin. Sûrên kelayê û avahiyên wê di dewra Anastasiosê Yekemîn (P.Z. 491-518) û Justinianosê Yekemîn (P.Z. 527-565) da hatine restorekirin û hinek avahî jî ji nû va hatine çêkirin.