Haydar Şahin, Önder Beyter, Türkan Tosun
27 Adar 2019•Rojanekirin: 28 Adar 2019
Li Gercuş, Hekarî û Adiyamanê xwendekaran ji bo ku balê bikşînin pirtûkxwendinê bikomî pirtûk xwendin.
- Batman
Li Gercuşa navçeya Batmanê xwendekar ji bo balê bikişînin ser pirtûkxwendinê, li kolanê pirtûk xwendin.
Xwendekarên Dibistana Navîn a Ziya Gokalp di çarçoveya Hefteya Pirtûkxaneyan da çalakî li dar xistin. Xwendekar ji bo balê bikişînin ser pirtûkxwendinê li kolana herî qerebalix a navçeyê di nezareta mamosteyên xwe da saetekê pirtûk xwendin.
Kudbettîn Çelîkê Midûrê Xwendingehê got armanca wan ew e ku bi çalakiyê balê bikişînin ser girîngiya xwendina pirtûkan û wiha axivî: "Ji bo balê bikişînin ser xwendina pirtûkan me bi xwendekarên xwe ra çalakiya xwendna pirtûkan li dar xist."
Evîn Okaya xwendekar jî got ji ber ku beşdarî çalakiyê bû gelekî kêfxweş e.
- Hekarî
Li bajarê Hekariyê çalakiya pirtûkxwendinê hat lidarxistin.
Xwendekar û welatiyan eleqeyeke germ nîşanî çalakiya ku li Kent Parka Hekariyê hat lidarxistin, da.
Midûrê Pirtûkxaneya Gel a Parêzgehê Yusuf Kizilkaya di axaftina xwe ya li vê derê da diyar kir ku di çarçoveya Hefteya Pirtûkxaneyê ya 55emîn da çendîn çalakî tên lidarxistin.
Kizilkaya wiha xeberda:"Me kampanyaya birêz Waliyê me 'Pirtûkek Însanek' û kampanyaya 'Pirtûk Diguherîne' ya li 81 parêzgehan kirin yek. Qedera 60 ciwan û pirtûkhez beşdarî çalakiyê bûn. Em hêvîdar in ku çalakiyên bi vî rengî dê bibin wesîle ku li Hekariyê rêjeya pirtûkxwendinê zêde bibe. Em sipasiya dostên pirtûkhez dikin ku di vê sir û sermayê da hatin cem me û pirtûk xwendin."
- Adiyaman
Xwendekarên li dibistanên cuda perwerdeyê dibînin li Parka Demokrasiyê ya li ser Kolana Ataturkê hatin bal hevdu û pirtûk xwendin
Li Adiyamanê xwendekaran ji ber çalakiyên Hefteya Pirtûkxaneyan li parkê pirtûk xwendin.
Xwendekarên li dibistanên cuda perwerdeyê dibînin li Parka Demokrasiyê ya li ser Kolana Ataturkê hatin bal hevdu.
Xwendekaran di bin nezareta mamosteyên xwe da saetekê pirtûk xwendin.
Tugba Tunça xwendekara pola 10emîn a Lîseya Anadoluyê ya Adiyemanê got ew ji xwendinê pir hez dike.