Tîma agirkujiyê agirê ku bi pansiyona xwendekarên keç ket, temirand. Hin xwendekar bi dûyê aciz bûn û di ambulansan de midaxaleyî wan kirin.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, ji ber sedemeke nediyar, agir bi Pansiyona Xwendekarên Keç ya Lîseya Anadoluyê ya 75emîn Sal Pîşeyî û Teknîkê ku li taxa Doganê ye, ket.
Li ser êxbarê gelek tîmên agirkujiyê û ambulans sewqî cihê bûyerê bûn. Tîma agikujiyê di nav du saetan de agir tefandin. Zirar gihîşt doşek û lihîfên odeyê.
Hin xwendekarên ku bi dû ketin, di ambulansan de midaxaleyî wan kirin.
Piştî bûyerê Wekîlê Midûrê Agirkujiyê yê Şaredariya Sêrtê Mehmet Demir daxuyanî da rojnamegeran û got ku di nav heftêyekê de 3 car e ku agir bi vê pansiyonê dikeve.
Der barê bûyerê de lêpirsînê dest pê kir.