Bermahiyên medreseyê ku di sala 1560an da ji hêla Zeynel Begê, Begê Hekariyê va li gundê Bîçerê hatiye çêkirin û di sala 1998an da di lêkolînên rûberî da hatine tespîtkirin, di sala 2005an da bi xebatên vekolan û paqijkirinê hatin derxistin.
Ji bo restorekirina hewşa kevirî, rewaq (cîhê rûniştinê yê ku li ber hewşê ye û di xanî, mizgeft û medreseyan da heye), 8 ode û medreseya ku tirbeya Zeynel Begê lê ye û ji bo geştiyariyê vekirî be, projeyek ji aliyê Rêveberiya Çand û Geştiyariyê ya Hekariyê va hat amadekirin.
Projeya ku 2 sal berê di bernameya veberhênanê ya Serokomariyê da cih girtibû, bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê, Walîtiya Hekariyê û Îdareya Taybet ya Hekariyê hate bicihanîn.
Medreseya Zeynel Begê ya li Hekariyê ku di serdema Împeratoriya Osmanî da hatiye avakirin û bi demê ra piraniya wê hilweşaşiyabû, bi xebatên restorasyonê gihîşt rewşa xwe ya berê.
Medreseya ku yek ji cihên dîrokî yên girîng ên herêmê ye, tê plankirin ku veguhere muzexaneyeke arkeolojiyê.
Midûrê Çand û Geştiyariyê yê Hekariyê Îdrîs Agacanoglu ji nûçegihanê AAyê ra got, "Li vir muzexaneya arkeolojiyê tuneye. Di 10 salên dawî da li bajêr di warê mîrateya çandî û geştiyariyê da pêşketinên girîng çêbûn. Nêzîkî 15 avahî hatin restorekirin."