Özlem Limon
14 Nîsan 2026•Rojanekirin: 14 Nîsan 2026
ÎSTANBUL (AA) - Samî Yûsifê ku ji kesên navdar ên kevneşopiya muzîka dinyayê tê nîşandan, wê li Stenbol û Enqereyê konserê bide.
Hunermend wê di 23 û 24ê Hezîranê da li Şanoya Servekirî ya Cemîl Topuzlu ya Harbiyeyê, di 27 û 28ê Hezîranê da jî li ser dika ATO Congresiuma Enqereyê konserê bide muzîkhezan.
Konser wê bi tevkariya WOVO Entertainment û Anadolu PSMyê were dayîn.
Yusif wê di konseran da digel stranên xwe yên ku muzîkhez jê hez dikin û stranên bijare yên "Ecstasy"a albuma xwe ya nû bêje.
Bilêt wê ji 16ê Nîsanê pê va li ser platforma Biletinialê werin firotin.