HAKKARÎ
Li Hekariyê bi hevkariya midûriyetên bajêr ên Saziya Kar û Xebatê û Polîtîkayên Civak û Malbatê ve qursa cil û bergên herêmî hat vekirin.
Midûrê Bajêr ê Saziya Kar û Xebatê Ahmet Kizilkaya daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku armanca wan ew e ku jin xwe pêşve bibin û karê xwe ava bikin.
Kizilkaya destnîşan kir ku piştî qursê dê belgeya serkeftinê bidin jinan û wiha got:
"Qurs dê 90 rojan bidome û 25 jinî serî lê daye. Em rojane 25 lîreyî didin jinên ku beşdarî qursê dibin. Ji bo ku jinên li bajêr vala nemînin me ev qursê vekir. Em bawer in ku dê bi saya vê qursê jin ji xwe bawer bin."