Xelatên Grammyê yên 56emîn li Los Angelesê bi merasimekê hatin dayîn.
Merasima Xelatên Grammyê li Staples Centerê hat lidarxistin. Koma Daft Punkê ya ku Pharrel Wîllîams û Nîle Rodgersê pêk tê xelata Albuma Salê û Qeyda Salê ya herî baş girt. Xêynî vê Koma Popê xelata Performansa Herî Baş û Reqsa Herî Baş jî girt. Hevalên fransî wek her car kask dan serê xwe û bal kişandin.
Xelatên Gramafonê ango 'Grammy'ê di 4 kategoriyan de bi giştî 82 beşan de hatin dayîn.