Haydar Şahin
02 Adar 2019•Rojanekirin: 07 Adar 2019
Li Tuşbaya navçeya Wanê jinên ku li qursan hînî çêkirina resman bûne li malên xwe resman xêz dikin û dema xwe derbas dikin.
20 jinên malan ên li Navenda Ciwaniyê ya Tuşbayê beşdarî qursên resman bûn xwe pêk xistin û li malên xwe resman xêz dikin.
Tabloyên ku jin li malên xwe xêz dikin eleqeyeke mezin dibînin.
Canan Maralê daxuyanî da nûçeguhanê AAyê û diyar kir ku qursê li ser jiyana wê ya civakî tesîreke mezin hişt û hînî xêzkirina resman bû.
Maralê got ji ber ku ji xwe ra meşxaleyek dît gelekî kêfxweş bû û wiha axivî: "Ez berê jî beşdarî hin qursan bûm. Herî dawîn beşdarî qursa resman bûm. Ez li vê derê di demeke kin da bi hunera xwe hisiyam. Min xwe nas kir. Hestên xwe li ser resman xêz dikim. Gelek xebatên baş derdixim holê."
Îlknur Ozdemira dayîka 2 zaran jî got bi tiştên ku li qursê hîn bû va ji hunerê paşda nema û piraniya dema xwe bi xêzkirina resman derbas dike.
Dîlber Karsliyê jî bal kişand ser girîngiya qursên çandî yên jin beşdar dibinê û wiha got: "Ji ber ku zarên min mezin bûn wextê min zêde dima. Min di van demên dawîn da 15 resim çêkirin. Ez dixwazim ji xwe ra pêşengehê vekim."
- "Bi xwe hisiyan"
Nurhan Ayturka mamosteya resman jî got jo ku dema xwe derbas bikin çêkirina resman hînî 20 jinan kirin.
Ayturkê got jinên hatin qursê bi xwe hisiyan û resmên zehf baş xêz kirin.