Fatih Gazioğlu
02 Adar 2019•Rojanekirin: 03 Adar 2019
Serokê Daîreya Kaxizên Biqîmet yê PTT AŞyê Mehmet Orhon got ku ew ê bi "Pûlê Girê Mirazan (Gobeklîtepe)" beşdarî pêşbaziya pûlan ya navneteweyî bibin.
Orhon ji bo beşdarbûna pêşangeha "Gobeklîtepe"yê hat Rihayê. Orhon li vê derê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Tirkiye di mijara pûlan de dewleteke navdar e û wiha axivî:
"Li dinyayê muzeya pûlan ya ewil li Enqerê ye. Di envantera PTTê da ji sala 1860an vir va çi pûl hatibine çapkirin ji wan numineyek tê de cî digire. Em pêşbaziyan de serkeftî ne. Em di sala 2018an de 2 caran bûn Şampiyonê Ewropayê."
Orhon got di pêşbaziyên nû de mijar dîrok e û ji ber vê yekê wan biryar da ku bi 'Pûla Girê Mirazan' beşdarî pêşbaziyê bibin û wiha dewam kir:
"Ji hêla Teşkîlata Postayê ya Navneteweyî va wê pêşbaziyek were lidarxistin. Dîrokê wê hê eşkere nebûye. Girê Mirazan (Gobeklîtepe) ji bo me nirxeke girîng e û niha li 192 welatên cuda tê nasîn. Em wek PTT AŞ niha endamê Teşkîlata Postayê ya Navneteweyî ne. Em ê îsal bi "Pûlê Girê Mirazan" beşdarî pêşbaziya ku ew li dar dixin bibin. Înşellah em ê xelat jî hildin. Em bi dîrok, paşeroj û çande xwe her dem bibawer in."