Önder Beyter
19 Adar 2019•Rojanekirin: 20 Adar 2019
Li Herana navçeya Rihayê ji Mizgefta Mezin a dîrokî, bi xêra nimêjgeha ku dê li şûna berateyan were çêkirin, dê 8 sedsal şûnda cardin dengê bangê bilind bibe.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Parêzgehê Aydin Aslan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku Şûnwarê Dîrokî Heran ku di Lîsteya Berwext a Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da ye, ji şûnwarên dîrokî yên herî sereke yên li Tirkiyeyê ye.
Aslan diyar kir, xebatên restorasyonê ku bi fînansekirina Wezareta Çand û Turîzmê û çavdêriya Midûriyeta Çand û Turîzmê ya Parêzgehê û Midûriyeta Roleve û Monumentan a Entabê va li devera ku berateyên Mizgefta Mezin a Heranê hene dest pê kirin, didomin.

Aslan bal kişand ku xebatên restorasyonê bi hesasiyete mezin û bi hûrgilî tên meşandin û wiha dewam kir:
"Înşelah em ê restorasyonê di kurtedemekê da kuta bikin û herwiha 8 sedsal şûnda cardin li Mizgefta Mezin a Heranê dê nimêj were kirin. Xebatên binesaziyê yên ji bo nimêjgehê jî ji aliyekî din va didomin. Mizgefta Mezin a Heranê ji berhemên girîng ên mîmariya Îslamî ye. Piştî xebatên restorasyonê, mizgeft dê bi hemû îhtişam û bedewiya xwe cardin rabe ser piyan."
Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Heranê û Serokê Kolana Şûnwarên Dîrokî Heranê Prof. Dr. Mehmet Onal jî diyar kir ku Mizgefta Mezin a Heranê piştî zayînê di 744-750yî da di dewra Emewiyan da bi destê Xelîfe Merwanê 2yemîn hatiye çêkirin.
Onal bal kişand ku ev mizgeft, ji mizgeftên herî kevn ên Anadoluyê ne û wiha dewam kir, "Qedera 800 sal berê di dema dagirkirina Moxol da Mizgeft Mezin a Heranê hatiye talankirin û hilweşandin.
Onal diyar kir ku xebatên restorekirina mizgeftê bi lez û bez didomin û wiha got, "Ber dawiya 2019an xebatên restorasyonê yên li vê derê dê kuta bibin."