25 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2015
DIYARBAKIR
Ji ber çalakiyên rêxistina terorê PKK yên li navçeya Sûrê ku Sûrên Diyarbekirê û Bexçeyên Hewselê yên ku di lîsteya UNESCOyê cih digrin jî hene, gelek berhemên dîrokî zirar dîtin.
Ji bo xisara 5 mizgeft û dêrên ku berê seba restorasyona wan 5 milyon lire hatibû xerckirin, bên tespîrkirin, dest bi xebatan kirin.
Piştî operastonên hêzên ewlehiyê yên ji bo endamên rêxistina terorê PKK bên girtin, barîkatên çêkirine bên rakirin û xendekên hatine vekirin bên girtin, dest pê kirin xisarên ku rêxistina terorê li berhemên dîrokî kirine bi xebatên Midûriyeta Herêmê ya Weqfan derket holê.
- Xisareke mezin heye
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Herêmê ya Weqfan, li hin deveran zirareke gelekî mezin çêbû.
Texrîbatên biçûk yên li Mizgeftên Kûrşûnlû, Hezretî Suleyman, Ereb Şêx û Hasirliyê, Minareya Çarpê û Dêra Ermenî Katolîk û Ermenî Protestan hatin çêkirin, lê ji bo texrîbatên mezin restorasyonê bê kirin.