Li Mêrdînê "Fuara Tizbiyan" a ku îsal ya duyemîn hat lidarxistin, hat vekirin.
Halil İbrahim Sincar, Beşir Şavur
01 Gulan 2026•Rojanekirin: 01 Gulan 2026
photo: Halil İbrahim Sincar / AA
Türkiye, Mardin
Bi hevkariya Walîtiya Mêrdînê, Şaredariya Bajarê Mezin , Federasyona Sinetkar û Esnafên Tizbîvanan a Tirkiyeyê û Komeleya Zîvker û Tizbiyên Antîke ya Mêrdînû li Qada Fuarê ya Artukluyê "Fuara Tizbiyan" hat lidarxistin.
Wêne : Halil İbrahim Sincar/AA
Waliyê Mêrdînê û Wekîlê Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Tuncay Akkoyun, Fermandarê Tuxaya Peyade ya Mekanîze ya 70emîn Tuxgeneral Ahmet Yaşar Dener, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Recep Tecîmer, Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Tuxgeneral Tahsîn Saruhan û vexwendiyan fuar vekirin û li standan geriyan û li tizbiyan nihêrtin.
Tizbîvanên ku ji Mêrdîn, Diyarbekir, Edene, Bidlît, Gazîentab, Şanliurfa, Adiyeman, Stenbol, Erzirom, Elezîz, Bursa û Mêrsînê beşdarî fuarê bûn di 84 standên ku li fuarê hatin vekirin berhemên xwe pêşkêş dikin.
Wêne : Halil İbrahim Sincar/AA
Walî Akkoyun daxuyanî da rojnamevanan û got ku li Mêrdîna bajarû aramî, aştî û biratiyê di heman demû da gelek huner û sinet tên jiyandin.
Akkoyun got ku ji bo parastina vê mîrateyê û ji bo ku bigihînin nifşên bê hewl didin û wiha axivî:
"Tizbî di çanda Mêrdîna me da, di çanda welatê me daî di kevneşopiya me da heye û hunereke gelekî girîng e. Me ji bo ku hem tizbiyên li vê erdnîgariyê bidin nasandin , hosteyên tizbiyan bi gel ra bînin bal hev fuara ku îsal ya duyemîn li dar dixin vekir. Em girîngiyê didin çalakiyên bi vî rengî yên ku li Mêrdînê esnafên me, sinetkarên me, pîşekarên me têne bal hev û piştigiriyê didin wan. Înşeallah fuar di salên pêş me da jî dewam bike û bibe kevneşopiyek."
Wêne : Halil İbrahim Sincar/AA
Abdulkadîr Atasoyê Mêrdînî jî diyar kir ku 12 sal e tizbiyan çêdike û got ku "Birastî jî fuareke gelekî xweş bû û eleqe zêde bû. Înşeallah bibe kevneşopiyek ku her sal tê lidarxistin."
Zinnar Yusufê ku ji Edeneyê hat jî behs kir ku berhemûn cihê û kevirên tebiî ji bo ecibandinê pêşkêş kirin û got ku ji ber eleqeya welatiyan kêfxweş bûn.