Kaan Bozdoğan
26 Gulan 2026•Rojanekirin: 26 Gulan 2026
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di erefeya Eyda Qurbanê da qebra dê û bavê xwe ziyaret kir.
Serokomar Erdogan danê nîvro ji xaniyê xwe yê li Kisikliya Uskudarê derket û hat Goristana Karacaehmedê.
Erdogan qebra Tenzîle Erdogana diya xwe û Ahmet Erdoganê bavê xwe ziyaret kir, li vê derê dia kir û paşê ji goristanê derket.