MUŞ
Li Mûşê berfa ku dema zivistanê dibare heyatê dixe nav zehmetiyan, di mehên havînê da pere dike.
Li Mûşê welatî derdikevin çiyayê Kûrtîkê û ji ciyên asê bi kamyonan berfê tînin bajêr û difiroşin. Welatî poşêta berfê bi lîreyekî difiroşin û di rojiyê da debara xwe dikin.
Ebedîn Erbogayê ku berfê difiroşe destnîşan kir ku her sal di rojiyê da derdikevin çiyayê Kûrtîkê û berfê tînin.
Erboga destnîşan kir ku ji çiyê qalibên berfê tînin û wiha got: "Welatî bi taybetî di remezanê da ji berfê hez dikin. Em derdikevin çiyayê Kûrtîkê ku 50 kîlomêtro dûr e û berfê tînin. Em 5 kîloyê berfê bi lîreyek difiroşin. Yên ku perê wan hebe didin, yên ku tunebe jî em bê pere didin. Berf û mast û dimsê tev hev dikin û dixwin."
Ji welatiyan Şeyhmus Solgun wiha got: "Di fitarê da em berfê dikin nav dew, di paşîvê da jî dikin nav dimsê."