DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê ji bo ku sûrên Diyarbekirê û Bexçeyên Hevselê bikevin lîsteya "Mîrateya Çandê ya Dinyayê" li benda biryara dawîn a Lijneya Giştî ya Saziya Çand, Zanist û Perwerdehî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ne.
Lijneya Giştî ya 39emîn a UNESCOyê li Bonna bajarê Almanyayê civiya û wê di vê civînê da ji bo sûrên Diyarbekirê yên ku qederê 5 hezar û 700 mêtroyî dirêj in û ji bo Bexçeyên Hevselê ku qadeke 700 hektarî digire biryara dawîn were dayîn.
- "Em li benda biryarê ne"
Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku em hêvî dikin ku sûrên Diyarbekirê û Bexçeyên Hevselê bikevin lîsteya "Mîrateya Çandê ya Dinyayê" û wiha dewam kir: "Em bi kelecanî li benda encamê ne."
- "Em bi hêvî ne"
Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanakê jî bal kişand ser sûrên Diyarbekirê û Bexçeyên Hevselê û wiha got: "Sûrên Diyarbekirê di rastiyê da jixwe mîrateya çandê ya dinyayê ye, Bexçeyên Hevselê jî mîrateya hemû mirovahiyê ye."