Haydar Şahin
03 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2019
Waliyê Mûşê Îlker Gunduzoz pêşengeha dawiya salê ya Navenda Piştgiriya Malbatê (ADEM) vekir.
Gunduzoz di bernameya li avahiya ADEMê hat lidarxistin da axivî û diyar kir ku berhemên roniya çavan ên li qursan hatine çêkirin li vê derê tên pêşandan.
Gunduzoz ji kesên ku keda wan tev lidarxistina pêşengehê bû ra sipas kir, jin li ADEMan hem kar hîn dibin hem dibin xwedî meslek hem jî tevkariyê didin aboriya malên xwe.
Piştî axaftinê pêşengeha berhemên qursiyeran hat vekirin û mêvan di nav berheman da geriyan.
Meşîde Gunduzoza xanima Walî jî li standan geriya û der barê berheman da agahî sitand.
Mehmet Kocabayê Alîkarê Walî, Mîralay Bulent Baykalê Fermandarê Cendirmeyên Bajêr û Nalan Baykala xanima wî, Ahmet Aribaşê Midûrê Ewlekariyê û Îmren Aribaşa xanima wî, amirên saziyan û mêvan beşdarî benameya vekirinê bûn.