Nihat Kavşut
03 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2019
Berşoya Hesenkêfa navçeya Batmanê ku di lîsteya "Cittaslow"ê ya bajarên aram da cî digire wê êdî nerije Çemê Dicleyê.
Li Hesenkêfa ku di bin tesîra Bendava Ilisu û Projeya HESê da dimîne xebatên ji bona parastina tebîet û nirxên çandî û dîrokî dewam dikin.
Li navçeyê ji xeynî xebatên çandî û dîrokî bi projeyên tên meşandin tebîet û derdor jî tên parastin.
Berşoya Hesenkêfa navçeya Batmanê ku di lîsteya "Cittaslow"ê ya bajarên aram da cî digire wê êdî nerije Çemê Dicleyê. ( Muhyeddin Beyca - Anadolu Agency )
Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê bi budçeyeke bi 845 hezar lireyî tesîsa dapalandina avê çêkir û li tesîsê rojê hezar û 200 mêtrokup av tê dapalandin û wê Çemê Dicleyê paqij bimîne.
Qaymeqamê Hesenkêfê Haluk Koç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir navçeya dîrokî ji xeynî arambûna xwe ji bona paqij be jî dixebitin.
Berşoya Hesenkêfê wê êdî nerije Çemê Dicleyê
Koç diyar kir dewlet ji xeynî berhemên dîrokî qîmetê dide tebîetê jî û wiha got: "Li Hesenkêfa nû tesîsa dapalandina avê temam bû û êdî berşoya navçeya dîrokî tê dapalandin."
Haluk Koç destnîşan kir bi zêdebûna projeyên bi vî rengî wê ava Çemê Dicleyê paqij bimîne û got ku ava paqij ji bona masî û însanan jî girîng e.
Koç diyar kir bi alîkariya Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê bi budçeyeke bi 845 hezar lireyî tesîsa dapalandina avê hat çêkirin û got ku li tesîsê rojê hezar û 200 mêtrokup av tê dapalandin.