19 Sibat 2017•Rojanekirin: 20 Sibat 2017
NEW YORK
Li New Yorkê Fûara Pêlîstokan a Navneteweyî ya 114emîn a ku li dinyayê fûara pêlîstokan a herî mezin e, li Javîts Centerê vebû.
Li fûarê ji 100î zêdetir welatan ji hezar û 100î zêdetir şirketan stant vekir.
Fûar li ser qadeke 40 hezar metro çarkoşeyî hat avakirin. Şirketên pêlîstokan ên ku li cîhanê navdar in pêlîstokên xwe yên nû û cuda li fûarê didin nasandin.
Li fûarê pêlîstoka dergûş a transeksuel a ku li cîhanê cara ewil e hatiye çêkirin jî hat nasandin. Fûar wê heta 21ê sibatê vekirî bimîne.