Türkan Tosun
20 Sibat 2017•Rojanekirin: 21 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Li gor agahiya Yekîtiya Otelên Tirkiyeyê (TUROB) îsal hejmara turîstên ku ji Îsraîlê tên dibe ku bigîhîje 400 hezarî.
Di daxuyaniya TUROBê de hat gotin ku piştî têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê normal bûn û di Fuara Turîzmê ya Behra Spî a Navneteweyî (IMTM) ya ku li Tel Avîvê çêbû de encamên baş bi dest ketin, hêviyên der barê turîzma Îsraîlê de jî zêde bûn.
Hat gotin ku Tirkiye piştî 7 salan cara ewile wek asta wezîrtiyê beşdarî fuarê dibe û piştî vê fuarê bendê ne ku hejmara turîstên ku ji Îsraîlê tên zêde bibe.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li gor nirxandina TUROBê îsal hejmara turîstên ku ji Îsraîlê tên dibe ku bigîhîje 400 hezarî. Îsraîlê di nav welatên ku par di turîzmê de pêşvaçûn zêde çêbûne de cih girtibû. Di sala 2016an de hejmara turîstên ku tên Tirkiyeyê ji sedî 30 kêm bûbû, hejmara turîstên ku ji Îsraîlê hatine jî ji sedî 30 zêde bûbû û gihîştibû 294 hezar kesî."